Malbata Şenyaşaran piştî 6 salan şîna xwe girê dide: ‘Em ji bîr nakin!’

Hewlêr (Rûdaw) – Malbata Şenyaşaran ji bo 3 endamên malbatên yên ku li navçeya Sirûcê ya Rihayê ji aliyê parêzvanên Îbrahim Halîl Yildizê AKPyî ve hatibûn kuştin piştî 6 sal û 4 mehan dê şînê dayîne.

Hat ragihandin ku konê şînê dê li navçeya Sirûcê were danîn û tenê rojekê bidome.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê piştî derketina Fadil Şenyaşar ku 6 sal û 4 mehan di girtîgehê de ma Malbata Şenyaşaran dê roja pêncşemê şîn were danîn.

Tê çaverêkirin ku tevî endam û rêveberên DEM Partiyê bi sedan welatî beşdar bibin.

Emîne Şenyaşarê li ser danîna şînê got:

“Piştî komkujiyê kesî me nema. 3 kes hatin kuştin, kesek hat girtin û du kurê min jî di nexweşxaneyê de bûn.

Ji ber vê yekê jî me şîn dananî. Zarokên min li nexweşxaneyê hatin kuştin.

Em heqê xwe li wan kesan helal nakin. Êdî niha em dê şîna xwe girê bidin.

Em li benda her kesî ne. Tiştê hatine serê me em ti carî ji bîr nakin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar amaje bi wê yekê da ku rûniştina dozê dê 21ê Sibata 2025an were kirin û ew dê têkoşîna xwe bidomînin.

Li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê rûniştina 8emîn 18ê Çiriya Pêşînê hat kirin.

Di doza erişê ya li dijî Malbata Şenyaşaran de hemû bersûc hatin berdan.

14ê Hezîrana 2018an xizm û parêzvanên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Sirûcê ya Rihayê êrişî endamên Malbata Şenyaran kiribû.

Di encamî de ji malbatê 3 kes hatibûn kuştin.

Ji wê demê ve Emîne Şenyaşar di “Nobeda Edaletê” de bû û bi berdana Fadil Şenyaşar çalakiya xwe bi dawî kir.