Nêçîrvan Barzanî: Serkeftiyê hilbijartinan dê xelkê Kurdistanê be

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dengê xwe de û got, “Kurdistan serkeftî ye.”

Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.

Welatiyên Herêma Kurdistanê îro diçin ser sindoqan û dengê xwe didin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi kurê xwe Îdrîs Barzanî re li Hewlêrê dengê xwe da.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe da daxuyaniyek da.

Nêçîrvan Barzanî got:

“Di vê pêvajoyê de aliyê yekem ê birî gelê Herêma Kurdistanê ye û Kurdistan serkeftî ye.”

Nêçîrvan Barzanî piştî dengdanê ji rojnamegeran re axivî û anî ziman:

“Ez kêfxweş im ku kampanyaya hilbijartinan tevî hinek tiştên pir biçûk di nava aramiyê de derbas bû.”

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn:

“Hêvîdar im gelê Herêma Kurdistanê îro bi hêza xwe bikare nûnerên xwe hilbijêre û bişîne Parlamentoya Kurdistanê.

Ev jî dayîna rewatiyê ya saziyên Herêma Kurdistanê ye.”

Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.