Li Amêdiyê dronek ket xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Amêdiyê ya Dihokê dronek ket xwarê.

Li gorî videoya ku ketiye destê Rûdawê, ew drona ku ketiye xwarê hîn jî kar dike.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku demjimêr derdora 16:00an de li gundê Îbrahîm Zela yê Amêdiyê dronek ketiye nav baxê welatiyekî û ti ziyenek çênebûye.

Çavkaniya ewlehiyê eşkere kir ku ji piştî nîvro ve li sînorê Amêdiyê şer û pevçûn di navbera artîşa Tirkiyeyê û PKKeyê de derketiye û dengê çekan tên bihîstin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ew dron a Tirkiyeyê ye yan na û di encama wî şerî de ketiye xwarê yan na nayê zanîn.

Li gorî çavkaniyeke ku nexwest navê xwe eşkere bike, dema welatiyek li gundê Îbrahîm Zela çûye nav baxê xwe, dronek dîtiye û ew heta niha jî kar dike.

Heta niha nehatiye zanîn ew dron a kijan welatiye.

Di derbarê mijarê de lêkolîn berdewam in.