Li Dîlokê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

20-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li ser otobana Dîlok-Edene-Mêrsînê, li sînorê navçeya Belkîsê ya Dîlokê minûbûseke rêwiyan û kamyoneteke girêdayî Rêveberiya Rêyên Bejahî li hev qelibîn.

Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de heta niha 5 kesan canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên tendurustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku karûbarên tîmên tenduristî û berevaniya sivîl li cihê bûyerê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst