PKK û artêşa Tirkiyeyê bîlançoya şer eşkere kir

20-10-2023
Nîşan PKK HPG Tirkiye Amarên Şer û Pevçûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Herêma Kurdistanê di 4 rojên dawiyê de 18 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî got ku di şer û pevçûnên 7 rojên dawiyê de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê 42 gerîlayên PKKyê û şervanên YPGyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, di navbera 15û 19ê Çiriya Pêşînê de li Metîna, Zap û Xakurkê yên Herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.

HPGyê da zanîn ku gerîlayan 15 caran êrişî leşkerên Tirkiyeyê kiriye û di van çalakiyan de 18 leşker hatine kuştin, 9 leşker jî hatine birîndarkirin.

Li aliyê din, Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk got ku êrişên wan ên 7 rojên dawiyê de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê 42 gerîlayên PKKyê û şervanên YPGyê canê xwe ji dest daye.

Zekî Akturk angaşt di êrişên wan ên îsal de hezar 682 gerîla û şervanan canê xwe ji dest daye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst