Li Wanê hemû çalakî 2 rojan hatin qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Wanê hemû cure xwepêşandan û çalakî 2 rojan hatin qedexekirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin.
Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamegeriyê, çalakiyên rûniştinê û vedana konan 2 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Wanê ragihand ku hemû curê xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên medyayê, vedana konan û standan û çalakiyên din 21 û 22ê Çiriya Pêşînê hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku “bi armanca asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan û êrişan, parastina maf û azadiyên xelkê” biryara qedexeyê hatiye dayîn.