Girtiyê Kurd piştî 30 salî hat berdan

20-10-2023
RÛDAW
Nîşan Nizam Karaagar Girtiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nizam Karaagarê ku ji sala 1993yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Nizam Karaagar, sala 1993yan li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hat girtin û bi hinceta “xerakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezayê hetahetayê lê hat birîn.

Nîzam Karaagar ku li girtîgeha Amedê dihat girtin, diviyabû Îlona 2023yan bihata berdan lê pêvajoya girtina wî hatibû dirêjkirin.

Serdozgeriyê îro biryar da ku Nîzam Karaagar bê berdan.

Malbata Nizam Karaagar ji bo pêşwazîkirina wî ji Wanê ber bi Amadê ve birêketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst