Şêxê eşîra Igêdatê gef li HSDyê xwar: Em dê êrişî HSDyê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevlîheviya navçeya rojhilatê Dêrezorê di navbera eşîra Igêdatê û HSDyê de dîsan ket rojevê.

Şêxê hoza Igêdatê li rojhilatê Dêrezorê Îbrahîm el-Hifil di vidyoyekê de ligel çekdarên xwe gef li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwar, ku di rojên bê de dê êrîşî bareghên HSDê li navçeyê bikin.

Şêxê hoza Igêdatê Îbrahîm El-Hifil got, “Xelkê me yên li Cezîrê, em li gundewarê rojhilatê Cezîrê ne.

Em ji wan re dibêjin dûrî xalên HSDyê biçin. Em dê bi qehremaniya çekdarên xwe derbên dijwar û hesinîn li HSDê bidin.

Lewra em ji sivîlan dixwazin ji bargehên HSDyê dûr bikevin û danûstandinê ligel wan nekin.”

Ji aliyekî din ve, Hifil xelkê rojhilatê Dêrezorê agahdar kir ku di dema bê de navçeyê ji dest HSDyê derxînin û bi xwe wê birêve bibin.

Îbrahîm el-Hifil wiha anî ziman, “Di rojên bê de navçeyê bidest xwe ve tînin û wê birêve bibin.

Em vê peyamê cara dawî ji bo hozên xwe dişînin, divê ji rêzên HSDyê vekişin heta em hejmareke zêdetir ji dest xwe nedin.”

Di 28ê Tebaxa borî de, HSDyê operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dijî şaneyên DAIŞê û tevlîheviya çekdarên hoza Igêdatê ya li rojhilatê Dêre Zorê dabû destpêkirin.

Di encamê de Îbrahîm el-Hifil reviyabû navçeyên hikûmetê yên li rojavayê Çemê Firatê.

Piştî zêdeyî mehekê ji şer û pevçûnan HSDyê rewş kontrol kiribû.