ŞINGAL - Zêdtirî 9 sal in malbatên qurbaniyên DAIŞê li benda vegera xizmên xwe ne

20-10-2023
Edla Bekir
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Şingal DAIŞ Gorên Bikom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Sîba Şêx Xidir a Şengalê, di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de 5 gorên bikom û 4 gorên ferdî hatin vekirin.

Tê payîn ku di 9 gorên bikom de cenazeyê 68 kesan hebe.

Malbatên wendayan ên ku zêdetirî 9 sal in li hêviya vegera kes û karên xwe bûn, îro li ser gorên bikom li benda derxistina hestiyên wan bûn.

“Em li bendê bûn ku bi saxî li me vegerin”

Çinar Keloyê ya ku dê û birayê wê wenda bû got:

“Piştî 9 - 10 salan hestiyên wan dîtine. Ev rojeke gelekî ne xweş e. Em li bendê bûn ku bi saxî li me vegerin lê me îro xebera ne xweş bihîst.”

“Ez ji du cihên xwe birîndar bûm lê yên bi min re hemû mirin”

Ebas Xidir ku bi birîndarî ji komkojiyê rizgar bûye wiha behsa wê rojê kir:

“Wesayîtên DAIŞê, li ser rêya derketina Sîbayê bûn. Me hemûyan li ser rê komkirin û li me reşandin.

Ez ji du cihên xwe birîndar bûm lê yên bi min re hemû mirin.

Ez bi şev ji wir derketim û min berê xwe da çiya.”

Serokê tîma kolandina gorên komî yên hikûmeta Îraqê Ehmed Qusayî got:

“Em bi bijîşkan re di nava hevkariyê de ne. Lewra ji bo eşkerekirina nasnameya hestiyan pêwîstî bi alavên taybet heye.

Di vê mijarê de berpirsyariya mezin dikeve ser milê pîşeya edlî.”

DAIŞê piştî dagirkirina Mûsilê, 3yê Tebaxa 2014an kete Şengalê û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirin.

Di encama êrişan de, li herêma Sîbayê 146 welatî hatin kuştin, heya niha 141 kes ji destê DAIŞê rizgar bûne û 76 kes jî wenda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst