MÊRDÎN - Zava ji aliyê malxezûranê xwe ve hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li  navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku tundûtîjî li hevjîna xwe kir, ji aliyê malxwezûranê xwe ve hat kuştin.

Herwiha birayê wî jî bi giranî hat birîndar kirin.

Bûyer îro li gundê Kevîjanê yê girêdayî navçeya Midyatê çêbû.

Li gorî îdiayan kesê bi navê Îsmaîl Magat tundûtîjî li hevjîna xwe kir û li wê daye.

Piştre hevîjna wî, malbata xwe agahdar kir.

Li ser vê yekê malbata wê çûn mala keça xwe û di navbera wan û zavayê wan de nîqaş dest pê kir.

Piştî demekê her du alî pev çûn û Îsmaîl Magat û birayê wî yê bi navê Îbrahîm Magat bi çekê bi giranî hatin birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û herdû birayên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Li nexweşxaneyê Îsmaîl Magat tevî hewildanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku rewşa Îbrahîm Magat jî ne cîgir e û wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin û kesek hatiye desteserkirin.