Bi yarê xwe re bû yek hevjînê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê jinekê alikariya xoşewîstê xwe kir ku hevjînê wê bikuje.

Li gorî îfadeyan, jinikê û xoşewîstê wê berê jî gelek caran hewl dabûn ku hevjînê jinikê bikujin.

Cara dawî tomatbar bi alîkariya jinikê dikeve hundirê malê, hevjînê jinikê yê ku di xew de bû dikûje û direve.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Nehiştina Tawanan a Bexdayê, bûyer sala 2022yan rûdaye.

Tawanbar 4 gule li zilam reşandine û çekê avêtiye ser nivînên wî.

Tawanbar li cihê bûyerê, îfadeyê da. 

Jina zilamê ku hatiye kuştin jî di îfadeya xwe de got:

“Ev kes kurê pismamê min e. Têkiliya me hebû. Gelek car hat xwastina min lê malbata min qebûl nekir ku bi wî re bizewicim.

Me li hev kir ku ji derî ve bikeve hundir û hevjînê min bikuje.

Hewildanên min ên destpêkê bi ser neket lê herî dawî me wî kuşt.”