Li Riha û Dîlokê meş û xwepêşandan hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê, meş, civîn, çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê ragihand, li tevahiya parêzgehê hemû meş, civîn, çalakî, xwepêşandan, daxuyaniyên medyayê, vedana kon, mîtîng û çalakiyên rûniştinê bo 3 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya îdia kir, ku medyaya alîgirên PKKê parvekirinên provakatîf dikin û ewlehiya raya giştî armanc digrin û ji parastina ewlehiyê biryara qedexeyê hatiye wergirtin. Qedexeya çalakiyan îşev 20ê Cotmehê demjimêr 00:01 destpê kir û dê heta 22ê Cotmehê demjimêr 23:59 berdewam be.

Parêzgariya Dîlokê jî ragihand, hemû meş, civîn, çalakî, xwepêşandan, daxuyaniyên medyayê, vedana kon, mîtîng û çalakiyên rûniştinê bo 7 rojan hatine qedexekirin û divê ji bo hemû çalakiyan ji parêzgariyê destûr bê wergirtin.

Parêzgariya Dîlokê di daxuyaniyê de dibêje: “Ji bilî ku çalakiyên ku parêzgariyê destûr dane, hemû civîn, meş, xwepêşandan, daxuyaniyên medyayê, protesto, mîtîng, vedana kon, çalakiyên rûniştinê, konferans, panel û hwd. hemû çalakî di navbera 20ê Cormehê demjimêr 00:01 heta 26ê Cotmehê demjimêr 23:59 bo 7 rojan hatine qedexekirin.”