Ahmet Eşref Fakibaba ji AK Partiyê û parlamenteriyê îstifa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba, ji endamtiya AK Partiyê û parlamenteriyê îstifa kir.

Ahmet Eşref Fakibaba, ku demeke di navbera wî partiya wî de pirsgirêk hebûn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ji endamtiya AK Partiyê û parlamenteriyê îstifa kir. Demeke di siyaseta xwecihî ya Rihayê de dihat îdiakirin, ku dê Fakibaba ji AK Partiyê îstifa bike û ji partiyeke din bibe berbijêrê şaredariyê.

Fakibaba di peyama îstifayê de ragihand: “Di AK Partiya ku ez 2003 bûme endam, derfeta min çê bû ku di postên cuda de kar bikim. Ez ji dil spasiya hemû mezinên xwe û hemwelatiyê xwe yê Rihayî dikim, ku ev derfet dane min. Di van 20 salan de hevalên min ê hêja çê bûn. Ji ber ku ji ber wan veqetiyam xemgînim. Lê di heman demê de bextewar im, ku êdî ne ligel hinek kesanim ku nêrînên me yên siyasî û exlaqî ne yek in. Ez ji endamtiya AK Partiyê û ji ber ku ji hemwelatiyên min ên Rihayî re nebe bêrêzî ji parlamenteriyê jî îstifa dikim. Înşallah dê biryara min wergirt, dê bo welatê min bibe wesîleya xêrê.”

Fakibaba, derbarê bûyera li Sirûcê ku 3 endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin pêştir ragihandibû, “Min jî got PKKê kiriye. Ez wê demê wezîr bûm. Li gor min ev gotin, ne hêjayî burokratekî bû. Lê ji min re wiha gotin, û min jî wiha gihande navenda partiyê. Xwezî nehatiba gotin, xwezî min gotineke wiha nekiriba.”

Ev gotinên Fakibaba ji aliyê partiya wî ve û di serî ji aliyê Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz ve hatibûn rexnekirin û karvedanên tund li pey xwe anîbûn.

Serdanên Fakibaba yên bi serê xwe bo Rihayê di mehên borî de jî bûbû sedema nerazîbûnan di nav partiya wî de û hinek parlamenterên Rihayê li ser sosyal medyayê rasterast rexne li Fakibaba girtibûn.