“Armanca derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo nav Efrînê, rûbirûbûna HSDê ye”

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî aloziyên çend rojan li Efrînê û Izazê û bicîbûna Hêzên Tirkiyê li navçeya di navbera Efrîn û Ezazê de, şer rawestiya. Serkirdeyê partiyekê di nava Rêveberiya Xweser de dibêje derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo nav Efrînê, bi rêya Tirkiyê bûye û yek ji armancên wê rûbirûbûna HSDê ye.

Serkirdeyekî Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî dibêje rewşa dawî ya Efrînê, encama lihevkirina di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsya ye.

Piştî derbasbûna çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam bo nav bajarê Efrînê û destdanîna ser bajarokê Qetmê û gundê Kefer Cennê û rêya Efrîn-Azaz, û derbasbûna hêzên Tirkiyê bo wê navçeyê, şer û pevçûn rawestiyan.

Di heman demê de jî, beşek ji çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam ber bi Idlibê ve vegeriyan, lê her bi kirdarî ew navçeyên Efrînê, di destên wê de man û li gorî çavdêran çavê wê li wê yekê ye ku ber bi Azaz û el-Bab ve jî here.

Serkirdeyê partiyekê ji nav Rêveberiya Xweser jî dibîne ku derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo nav Efrînê û bi rêya Tirkiyê bûye û yek ji armancên wê rûbirûbûna HSDê ye.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî Sûriya Ciwan Ebdulkerîm Siko got, “Tê xuyakirin ku destê MÎTa Tirkiyê di vê meseleyê de heye, bi xurtî heye. Ji ber ku heta niha alîkariya wan çeteyên xwe nekir, ferman da wan û got xwe vekişînin ji herêma Efrînê û rê Cebhet el-Nusra. Bi raya min ez dibînim ku ew kiryarên ku dibûn berî niha jî aliyê artêşa Azad ve kuştin, talan û guhertina demografiyê belkî Tirkiyê ji wê meselê gelekî ne razî bû, dixwaze mezintir û berfirehtir bike. Dixwazin bêhtir Cebhet el-Nusra daynin ser sînorên HSDê ku artêşa Azad nikaribe bike, Cebhet el-Nusra bike.”

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, dibîne ku, rewşa dawî ya Efrînê, ji encama lihevkirinên navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsya ye.

Endamê Serkirdayetiya ENKSê Beşar Emîn anî ziman, “Encama lihevkirina Rûsan û Tirkan û rejîmê ye. Bi baweriya dema Cehbet el-Nusra tê naskirin, ser lîsteya terorê ye, derbasbûna wan bi alîkariya hêzên din metirsiyê li ser herêmê çê dike.”

Roja 13yê vê meha Cotmehê, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam bi alîkariya herdu grûpên Hemzat û Emşat, derbasî nav bajarê Efrînê bûn, li beramber wan jî, çekdarên Feyleqa Sêyem derketin navçeya Azazê.