Li Herêma Kurdistanê kesên xwedî pêwîstiyên taybet ango ker û lal tenê heta pola 9an dikarin bixwînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Peymangeha xwedî pêwîstiyên taybet ango ker û lal li Duhokê, xwedî pêwîstiyên taybet ango ker û lal bi zimanê amajeyan fêrî xwendin û nivîsandinê bûne lê tenê heta pola 9an dikarin bixwînin, ew ji vê yekê dilgiran in. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, pêşniyaza vekirina peymangeheke taybet pêşkêşî Wezareta Kar û Karûbarê Civakî hatiye kirin lê heta niha bersiva dawî wernegirtine. Wezaretên Perwerde û Karûbarên Civakî hinek hêsankarî li hinek navçeyên Herêma Kurdistanê kirine lê heta niha li Duhokê nehatiye kirin.

Li poleke xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet ku nabihîsin û naaxivin, bi zimanê amaje têne fêrkirin. Xwendekarên pola 9an li peymangeha nabîstan li Duhokê, fêrî xwendin û nivîsandinê bûne lê ev sala dawî ya qonaxa xwendina wan e nikarin li qonaxa amadeyî yan jî zanko û peymangehan xwendina xwe  berdewam bikin. Bi tenê bo salekê xwendina pîşeyî dixwînin, ev jî bûye cihê dilgiraniya wan.

Xwendekar Behar Sedûn got, “Divê berdewam bît di xwendina xwe de û bibe diktore.”

Ji bo çareserkirna pirsgirêka xwendina wan Rêxistina Zêrê Reş ya xizmetkirina xwedî pêwîstiyên taybet ango ker û lal di sala 2019an de pêşniyaza vekirina peymangeheke taybet daye Wezareta Kar û Karûbarê Civakî lê heta niha bersiva dawî wernegirtiye.

Berpirsê Rêxistina Zêrê Reş Firset Doskî anî ziman, “Gelek asteng hebûn nebûna mamosta û wergêran û ya dûyê nebûna ferhenga, niha me dest bi amadekirina mamosta û ferhengan kiriye.

Wezaretên Perwerde û Karûbarên Civakî hêsanî ji bo beşek ji xwendekaran kirine li hinek navçeyên Herêma Kurdistanê lê heta niha li Duhokê nehatiye kirin.

Şêwirmendê Wezareta Perwerdeyê Burhan Ergoşî anî ziman, “Di hin beşên pîşeyî de me hêsankarî da wan ku xwendina xwe di lîseyê de bidomînin û alîkarî jî ew bû ku me ew beşên ku dikarin xwendina xwe di IT de bidomînin, pejirand û danîn li hin beşên din ku li gorî wan xwendekaran e di beşên cuda de li hin deveran hatin qebûlkirin.”

Piştî xwendina bineretî nabîstên Duhokê li peymangeha pîşeyî xwendina xwe berdewam dikin. Ew jî bo salekê û pênc beşan li xwe digire di sala 2014an were 50 qutabî jê derçûne.