Rêveberiya Xweser 38 zarokên Rûsî yên malbatên DAIŞê radestî welatê wan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê 38 zarokên Rûsî yên endamên DAIŞê radestî şandeke fermî Rûsyayê kirin.

Berpirsê Karûbarên Derve yê Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm îro Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an di civîneke çapemeniyê de li bajarê Qamişloyê got, “38 zarok radestî şanda Rûsyayê hatin kirin ku piraniya wan sêwî bûn.”

Zarokên endamên DAIŞê yên ku kampên Hol û Roj a ku ji aliyê Rêveberiya Xweser li parêzgeha Hesekê ve tên birêvebirin, ji bo Firokxaneya Qamişlo hatin veguhestin û bi beşdariya hêzên Rûsî ji bo Rûsyayê bi rê ketin.

Rûsya ya ku nêzîkî 4,500 welatiyên wê tevlî DAIŞê bûne, yek ji yekem welatên biyanî ye ku vegerandina hemwelatiyên xwe li Rojavayê Kurdistanê birêve dibe.

Li gorî biryara ku di sala 2017an de girtibû, di navbera 2018 û 2021an de herî kêm 341 kes ku di nav wan de gelek sêwî hene, hatin vegerandin.

Ji dema ragihandina tunekirina "xîlafeta" DAIŞê li Sûriyê di sala 2019an de, Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatên têkildar kir ku welatiyên xwe ku di kampan de ne, yan welatiyên wan ên di zindanan de girtî ne, vegerînin lê piraniya welatan bersiv nedan bangawaziyan.

Kêm welatan di nav de bi hejmareke mezin wek Ozbekistan, Kazaxistan û Kosova, welatiyên xwe yên di kampên Roj û Holê de ne wergirtine. Yên din, bi taybetî yên Ewropî, xwe bi vegerandina hejmarek sînordar ji jin û zarokan, bi taybetî jî sêwî ji zarokên endamên DAIŞê razî dikin.

Human Rights Watch texmîn dike zêdetirî 41 hezar biyaniyên bi dehan neteweyan ku piraniya wan zarok in, di zindan û kampên Rêveberiya Xweser de ne.

Vegerandina zarokan ji aliyê Rûsyayê ve hat piştî çend demjimêran piştî ku Fransa ragihand ku wan 15 jin û 40 zarok ji bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandine, di operasyonekê de ku herî mezin tê dîtin.

Derbarê vê pêngava Fransayê de, rêveberê bi wekalet ê Save the Children li Sûriyê Pete Rohr got, “Vegerandina van zarokan bo welatê wan dê misoger bike ku ew ji rojên berê xilas bibin û dest bi jiyaneke asayî bikin.”