Hewlêr (Rûdaw) - 2emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, biryara 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ya derbarê doza Malbata Şenyaşar de hilweşand.
Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.
Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Herwiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 592 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeta Edaletê de ne.
Doza kuştina Malbata Şenyaşar ji aliyê Dadgeha Rihayê ve wek du dozen cuda “bûyera li kargehê” û “bûyera li nexweşxaneyê” hat veqetandin û piştre doza bûyera li kargehê ku ji Malbata Şenyaşar kesek hatibû kuştin û birayê Yildiz hatibû kuştin bi hinceta ewlehiyê bo Dadgeha Meletiyê hatibû veguhestin.
3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê, di encama darizandinê de Nîsana 2021ê 37 sal û 9 meh ceza da Fadil Şenyaşar û 18 sal ceza da birayê Parlamenterê AKPê Îbrahim Halil Yildiz, Enver Yildiz. Fadil Şenyaşar 4 sal û 4 meh in di Girtîgeha Xarpêtê de di odeyekê de bi tenê tê ragirtin.
Parêzerên her du aliyan li dijî biryara 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabûn. 2emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, li ser serlêdanên aliyan doh 19ê Cotmehê civiya û biryar da biryara 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê hilweşandin û doz careke din bê dîtin.
Divê 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê, kêmasiyên di dosyeyê de temam bike û biryareke nû bide. Egera wê jî heye, ku her du doz bibin yek û bi hev re birêve biçin. Ev dê bi biryara dadgehê diyar bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse