PJAK: Zanyarî nerast bûn herdu endamên me sax in

20-10-2021
RÛDAW
Nîşan PJAK PKK Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand, piştî lêkolînekê diyar bûye du endamên wan ku pêştir partiyê bixwe gotibû havîna îsal di pevçûneke li gel hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, sax in û yek ji wan ji aliyê hêzên Îranê ve dîl hatiye girtin.

Di 4 Tebaxê de, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) gotibû ku du endamên wê bi navê Muhsên Qadirî bi nasnavê Şahîn Bukan û Idrîs Feqîhî bi nasnavê Aryo Sine di 27 Tîrmehê de li navçeya Bukanê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve, di pevçûnên li gel hêzên Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê de hatin kuştin.

PJAKê roja Sêşemê 19ê Cotmeha 2021an derbarê rewşa wan du endamên xwe de daxuyaniyek nû belav kiriye û têde ragihandiye, piştî lêkolîneke berfireh a têkildarî bûyera 4ê Tebaxa 2021ê ya ku hatibû ragihandin du hevrêyên wan di kemîneke hêzên Îranê de jiyana xwe jid est dane, derketiye holê ku hevalên wan sax in û nehatine kuştin.

Di daxuyaniya xwe de PJAK têkildarî bûyerê wiha dibêje: “Piştî kemîna ku ji aliyê hêzên dagirker ên Sipahê Pasdaran ên Îranê ya li herêma Bukanê, ji ber şert û mercên hesas û dijwar ên ewlekariyê  nekarîne bi lezgînî xwe bigihînin tîma hevalên me yên gerîla yên li herêmê, beriya niha di 04.08.2021an de me ragihandibû ku her du hevalên me Şahîn û Aryo şehîd bûne. Lê piştî ku heval Şahîn bi silametî xwe gihande hêzên me yên gerîla û lêkolîneke berfireh diyar bû ku heval Aryo bi giranî birîndar bûye û ketiye destê hêzên dagirker ên rejîma Îranê û niha li navenda lêpirsînê de tê ragirtin. Ji ber wê yekê em rejîma Îranê di ber parastina tendirustiya fîzîkî ya heval Aryo Sine berpirsiyar dizanîn.”

PJAK herwiha ji ber daxuyaniya xwe ya berê ya derbarê wan herdu kesan de, ji malabtên wan û gelê Kurd lêborîn xwestiye.

Muhsin Qadirî ji Bukanê ye û di sala 2012a de tevli refên PJAKê bûye û Idrîs Feqîhî ji navçeya Sineyê ye û di sala 2017an de tevli wê partiyê bûye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de PJAKê têkildarê bûyerê da zanîn ku ji ber zelalnebûna hin aliyên pevçûna li Bukanê qewimî, lêkolînên wan didome û ragihand: “Ger pêwîst bike dê encamên lêkolînê bi raya giştî ya gelê me û malbatên hêja re were parvekirin. Wek partî û şervanên fedayî yê rêya azadîxwaziyê soz didin ku heya pêkhatina hêviyên gel, şehîd û tevgera azadîxwaziya me, dê têkoşîna me qewîntir bidome.”

PJAK di sala 2003 an de hatiye damezrandin, û wek baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê li Rojhialtê Kurdistanê tê hesibandin, her çend PJAK îdîa dike ku ew tenê bi îdeolojiya hevpar ve girêdayî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst