Parêzgariya Amedê: 80 gumanbar hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Amedê ragihand ku di çarçoveya "Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Fînansa Terorê" de 80 kes hatin girtin.

Parêzgariya Amedê îro Çarşemê 20ê Cotmeha 2021an di daxuyaniyekê de girtina 80 kesan ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku: “Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Amedê, di çarçoveya Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Fînansa Terorê de, di 08 Cotmeha 2021a de, di encama operasyona pêla sêyemîn de ku tê de 33 gumanbarên hatin destserkirin, derbarê 15 kesan de biryarê girtinê hat dayîn û ew bo girtîgehê hatin veguhestin.”

Parêzgariya Amedê herwiha dide zanîn: “Di operasyona pêla duyemîn de ku 22 ê Hezîrana 2021an hate kirin, 65 gumanbar hatin girtin û ew her 65 kes bo girtîgehê hatin şandin.”

Parêzgariya Amedê di heman demê de tekez dike ku “operasyon ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya welatiya yên li herêê dijîn, dê berdewam  bin.”