Ji bo Berdevka TJA 30 sal ceza hat dayîn

20-10-2021
Nîşan TJA Ayşe Gokkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran hat dîtin û dadgehê biryara 30 sal ceza da.

Li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îro 20ê Cotmeha 2021ê doza Berdevka TJAa Ayşe Gokkan li hat dîtin û dadgehê biryara 30 sal ceza da.

9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê Ayşe Gokkan bi îdîaya "du car endamtî, propaganda û ligel ne endama rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kirine" 30 sal cezayê girtîgehê da.

Ayşe Gokkan li dadgehê diyar kir ku ew ji ber helwesta dadgehê parastina xwe nake û ji ber bi Kurdî axivî gotinên wê hatin wergerandin.

Gokkan got: “Mafên  parêzerên jin, serokê me yê baroyê û hemû parêzeran hatiye binpêkirin. Şand û Serokê 9emîn Dadgeha Cezayên Giran ev êrîş li dijî hemû cîhanê kirin e. Ji ber vê yekê jî parastineke ez bikim nîne.”

Li gor agahiyan hêzên emnî hejmareke zêde otomobîlên zirxpoş û tîmên taybet li hundir û ber dadgeha ku doz lê hat dîtin bi cih kiribûn.

13ê Îlonê di rûniştina dadgehê de Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî di nav de ketibûn ber êrîşa polîsan. Piştre parêzer ligel temaşevanan ji hola rûniştinê hatin derxistin. Derbarê vê êrîşê de Baroya Amedê ragihandibû ku li Lijneya Serdozgerî û Hakîman a Amedê gilî tomar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst