PSKê êrişa li ser pêşangeha Ahmet Guneştekîn şermezar kir

20-10-2021
RÛDAW
Nîşan PSK Ahmet Guneştekîn Amed Kurd Hunermendê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) êrişa Êrîşa li dijî pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekîn a li Amedê ku bi navnîşana "Jûra Bîrê" hatiye vekirin, bi tundî şermezar kir û daxwaz kir, piştevanî li çalakiyên hunerî yên hunermendên Kurd bê kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) îro di daxuyaniyekê de ragihand, Êrîşa li dijî pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekîn a bi navê "Jûra Bîrê" ya li Keleha Bizinê ya dîrokî ya Amedê, êrîşek li dijî huner, ked û hunermendiya hunermendan e, ku xwe ferz kiriye û nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniya xwe de, PSK daxwaz dike piştevanî li çalakiyên hunerî yên hunermendên Kurd bê kirin û dibêje, “Di pêvajoya domandina polîtîkaya asîmîlasyonê de, çand û hunermendên Kurd têne tepisandin û çalakiyên hunerî têne astengkirin, her çalakiyeke hunerî hêja ye û divê were piştevanîkirin.”

PSK herwiha bang dike ku li dijî vê êrişê nerazîbûn û helwest bên nîşandan û tekez dike, “Em êrîşa li ser "Jûra Bîrê" şermezar dikin û bang li hemû derdorên hestyar, bi taybetî hunermendan dikin ku dengê xwe bilind bikin.”

Hunermendê Kurd ê navdar, Ahmet Guneştekîn roja 16ê Cotmehê li bajarê Amedê pêşangeheke karên xwe bi navnîşana "Jûra Bîrê" vekir û biryar e heta 31ê Kanûna 2021ê wate heta du mehan berdewam be.

Duh Sêşemî 19ê Cotmehê ji aliyê hejmarek kesan ve rastî nerazîbûn û piştre êrişê hatibû.

Grûpekê ku xwe bi “Însiyatîfa Ciwanên Amedê” nav kiriye, piştî berzkirina dirûşma "Amed ranezê, xwedî li bîra xwe derkeve" hin darbestên pêşangehê ji Sûran avêtin xwarê.

Wê grûpê di daxuyaniyekê got: “Tişta li vir dibe ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî nirxên gelê Kurd, nirxên gelê Amedê. Darbestên di bin navê pêşnagehê de tên nîşandan, cinayetên kiryar nediyar in. Wezîra Navxwe ya Tirkiyê ya wê demê Meral Akşener, destegul şandiye ji pêşangehê re. Ew ji aliyekê ve dikuje û ji aliyeke din ve jî pîroz dike.”

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn beriya niha ji ber pandemiya Covid-19 sê caran hatibû paşxistin, lê herî dawî bi guncawbûna rewşê, di 16ê vê mehê de hat vekirin.

Pêşangeh bi mazûvaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke qelebalix li navçeya Sûrê vebû. Endama Encumena Meclisa Gel a Qazaxistanê Narîn Nadirova, Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekram Îmamoglu, Konsulê Swêdê yê li Stenbolê Peter Ericson û hejmareke din ji kesayetên siyasî, karsaz, rewşenbîr û hunermendan di merasima vekirina pêşangeha Guneştekîn a li Amedê de beşdar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst