Cezayê bo bikujê malbata Kurd tê xwestin diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo kesê bi navê Mehmet Altun ku li Konyayê 7 endamên malbateke Kurd qetil kiribûn, 7 caran cezayê zindanê yê heta hetayê yê girankirî hat xwestin.

Li gor zanyariyan, proseya komkirina delîlên derbarê bûyera kuştina malbata Dedeogullari de temam bû û dozname hat amadekirin.

Di doznameyê de ji bo bikujê malbata Dedeogullari, Mehmet Altun bi tometa “kuştina plankirî û bi hestên hov”, “binpêkirina parêzvaniya xanî”, “şewitandina mal” û “hilgirtina çeka bê molet” bi giştî 7 caran cezayê zindanê yê heta hetayê yê girankirî hat xwestin.

Herwiha biryara azadkirina hevjîna bikujê malbata Kurd, Zehra Altun, bavê wî Îbrahîm û dayika wî Îsmahan Altun hat dayîn.

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.