Di Çemê Dîcleyê de bi hezaran masî mirar bûn

20-10-2021
Abdulselam Akinci
Di Çemê Dîcleyê de bi hezaran masî mirar bûn
Di Çemê Dîcleyê de bi hezaran masî mirar bûn
Nîşan Çemê Dîcle Mirina Masiyan Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Çemê Dîcleyê sê bendav hene, ava çem jî  ji ber girtina qapaxên bendavan gelek caran bo demên dirêj tê qutkirin. Ji ber girtina qapaxên bendavan û hişkesaliyê li çem rêjeya avê ya di çem de diherike dikeve asta herî kêm. Ev yek jî gelek caran dibe sedema mirina komî ya masiyan.

Di vê demsala payîzê de jî dîsa ji ber karesatek bi vî rengî rûdaye. Hem ji ber hişkesaliyê û hem jî ji ber girtina bendavan ava çemê Dîcleyê kêmbûye û ji bê oksîjenbûne masî mirine û li gel wî dev û dorên çem bi bêhnek giran dorpêçkirî maye.

Di vê heyama payizê de ji ber hişkasaliyê û nebûna avê rêjeya mirina masiyên Çemê Dîcleyê zêde bûne. Li gel nebarîna baranê ava Dîcleyê ji bo sê bendavên li ser çem hatîne qutkirin, ev yek jî li gel mirina masiyan li hawirdora çem jî bûye sedema bêhnek giran.

Mamosteya Beşa Nexweşiyên Berhemên Avê ya Zaningeha Dîcleyê Fîlîz Ozcan dibêje “Dem bi dem girtina qapaxên bendavan normal e. Di bendavan de beşek ku em jê re dibêjin mansap heye. Di wir de ji bo ku jîndeyên bin avê jiyana xwe bidomînin rêjeyek av tê hîştin, divê ew ava ji bo avdaniya çandiniyê neyê bikaranîn. Dema ew av ji bo avdanîya çandinîyê tê bikaranîn ew yek dibe sedema mirina bi komî ya masiyan. Çima? Lewra av têrê nake, ku av têrê nake oksîjena avê kêm dibe ji ber nebûna oksîjenê jî wek ku em li gelek bajaran jî dibînin mirina komî ya masiyan çêdibe.”

Bi taybetî li dev û dorên pira deh derî asta avê daketîye rêjeya herî kêm masiyên ku  ji bê oksîjenîyê mirine jî bi rûye avê ketine.

Masîvan Veysî Bozyil got “30 sal in ez li ser Çemê Dîcleyê mesîvanî dikim. Bi malbatî em debara xwe bi masîvaniyê dikin. Li gor salên berê mirina masiyan îsal zêdetir e. Li tevahiya welêt hişkesalî heye. Hebûna hişkesaliyê nebûna avê ye, nebûna avê nebûna masiyan e, yanî bi giştî bi hev re wek zincîrê girêdayî ye. Ev rewş bandorek xirab li me mesîvana jî dike. Dema ku asta avê kêm e, dibe ku em çend rojan zêde karibin nêçîra masiyan bikin. Lê deh panzdeh rojên dinê em dê nikaribin masiyan bidest bixin.”

Dema qapaxên bendavên li ser dîcleyê tên girtin ji bo berdewamiya jîndeyên bin avê bi rêjeyek hindik be jî berdewam avek tê berdan. Lê li pêravên çem ji ber avdaniya cotkariyê ya bi nezanî ew ava hatiye berdan jî xilas dibe ev yek jî bi xwe re karesatek bi vî rengî tîne. Pispor dibêjin heke polîtîkayek baş ya avdanî û enerjiyê nekeve meriyetê ev problemên jîngehî yê di salên pêş de hêj mezintir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst