Koçer ji zozanên Feraşînê vedigerin warên xwe

Şirnex (Rûdaw) - Zozanê Feraşînê di nav sînorê Şirnax, Wan û Colemêrgê de zozanek navdar û gelek jî xweş e. Feraşîn 120 hezar donum erd e.Wexta ku dibe bihar ji Sêrt, Bedlîs, Mêrdîn û dewr û berên Bakurê Kurdistanê koçer berê xwe didin feraşînê heta payîzê li wir dimînin û pez xwedî dikin. Di heyama payîzê de ji sedî 80ê koçeran vegeriyane û yên mayî jî piranîya wan niştecîhên Bêtşebab û Şirnexê ne û ew jî dê heta 10-15 rojan bi giştî vegerin û Feraşîn dê heta biharek din vala bimîne.

Zozanên Feraşînê dikeve sînorê qezaya Bêtşebab a parêzgeha Şirnexê û û bilindiya wê ya ji deryayê 2.625 metr e.

Feraşîn war û wargehê koçeran e di vî heyama payîzê de li Zozanên Feraşînê beşek ji koçeran ber bi deştên welatê xwe zivirîne ,beşek ji wan ji bo vegerê di rêde ne.Yên ku anha hê jî li feraşînê ne niştecîhên Beytuşşebabêne.

Welatiyê bi navê Selîm Abî ji Rûdawê re dibêje: “Hingî tê bîra me bav kalên me jî her digotin ev zozanê fereşînê erdê eşîra Gewdan e.Zozanê feraşînê ji qeza Beytuşşebabê,pireka,Şabanîye,meydanzengilê heta colemêrgê,gola çîyanîyanê,mila meherkê heta ku tivorê û dîsa tê vir eva sînorê feraşînê ye.”

Xalid Akdogan jî derbarê Zozanên Feraşînê de dibêje: “Feraşîn cîhekî gelek xweş e.Her kesek qesta hatina feraşînê dikin.Ji biharê heta payîzê payîzê jî vedigerin diçin deştê.’

Erefat Abî jî behsa demên qedexeya li ser Zozanên Feraşînê dike û diyar dike: “Di salên ku Feraşîn qedexe bû em li navçeya Beytuşebabê bûn. Em nikaribûn bihatana vira me pez xwedî nedikir. Ev mintiqa feraşînê herêmek tamponbû. Di wan salan da me debara xwe zor zehmet dikir.”

Li Feraşînê payîza dereng e,mîh stewr bûne şivanên ku ji bo destheq a xwe ya salane roj dijmêrin  ji bo bêrîyên dawî pez ji gelî dadixin bêrîyê û bêrîvan jî bi stran û kilaman tenê bizina didoşin.

Îsa Yildirim ku şivantiyê dike, behsa xweşiya wan zozanan dike û dibêje: “Ev zozanê me gelek xweş e.Tu zor û teheda li ser me nîne .Em bi serê xwe û azad in.”

Sebîlye Abî, bêrîvana li zozanên Feraşînê behsa zehmetiya karê jinan dike û ji Rûdawê re dibêje: “Yê zor û zehmetî li ser milên jinan e.zilam ji ku kar dikin.Zilam gîha didirûn dibin dixin ka.Yanî zilam jî tehdê dibînin jin jî.”

Narinc Abî jî dibêje: “Em radibin şixulê mala xwe dikin,diçin bêrîyê karê me jî ev e.”

Zozanên Feraşînê di salên 90î de bi hinceta ewlehiyê ji koçeran re hatibû qedexekirin, lê piştî salên 2000'î ev qedexe hatibû rakirin. Ji wê demê ve koçer bi dilekî rehet derdikevin zozanan. Heta 10-15 rojan bi hatina zivistanê re bi vegera koçerên mayî jî zozanê feraşînê dê heta biharek din xikî xalî bimîne.