Hewlên dîtina termê Gulistan Doku cardin destpê kirin

20-10-2020
Ali Haydar Gozlu
Ji bo cara sêyem dê li bendava Uzunçayir li termê Gulistan bigerin
Ji bo cara sêyem dê li bendava Uzunçayir li termê Gulistan bigerin
Nîşan Gulistan Doku Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gulîstan Doku ku keçeke Kurd a xelka bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê ye û xwendekara Zanîngeha Munzur a Dêrsimê ye, zêdetirî 10 meha ye li Dêrsimê winda bûye û ti tiştek ji çarenivîsa wê nayê zanîn. Ji bo cara sêyem jî li bendava Uzunçayir gera li pêy termê wê destpê kiriye.

Li gor polîsên Dêrsimê, berî windabûnê bi rojekê, nîqaş di navbera Gulîstan û Zeynal Abarakov de derdikeve ku guman jê tê kirin Gulîstan kuştibe. Cara dawî li Bendava Uzunçayir hatiye dîtin. Lewra tîmên peywendîdar li nav bendav û peravan dest bi gerê kirin.

Birayê Gulîstan, Osman Doku dibêje: “Karê li ser bendavê tê kirin em dixwazin li ser erdê jî were kirin. Çi sax çi mirî bila xwişka min bide me, tiştek din naxwazin.

Herçiqas ji roja 15ê vê mehê ve careke din dest bi gerê hatiye kirin û berê jî ava bendavê bo dîtina Gulîstan hat berdan, lê malbata wê bi tevahî bê hêvî bûne, bawer nakin di nav bendavê de be û gumanê ji Zeynal Abarakov dikin ku peywendiya wî ligel Gulîstan hebû.

Osman Doku herwiha dibêje: “Bila Zeynel û telefona wî bêxistin jêr çavdêriyê, lê ew hema bicih de reviya. Dikarin wî bisekînin, lê nesekinandin. Eger ti sûce te nebe tu çima direvî. Eger sûcî mirov nebe nareve.”

Gulîstan Doku ya 21 salî xwendekara Zanîngeha Munzur Beşa Pêşkeftina Zarokan bû, serê sibeha roja Yekşemê 5ê Çileya 2020ê ji dema ji beşê navxwe yê zanîngehê derdikeve derve, winda ye.

Li gor polîsên Dêrsimê, berî windabûnê bi rojekê, nîqaş di navbera Gulîstan û Zeynal Abarakov de derdikeve ku guman jê tê kirin Gulîstan kuştibe. Cara dawî li Bendava Uzunçayir hatiye dîtin. Lewra tîmên peywendîdar li nav bendav û peravan dest bi gerê kirin. Cara dawî 18ê Tebaxa borî piştî 226 roj gera li çend xalên cuda yên bendavê, proseya gera bi pey Gulîstan de hat rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst