Welatiyên Şingalê: Biryara hikûmeta Iraqê ji me re nabe çareserî

20-10-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Koçberên li Çiyayê Şingalê vedigerin ser cih û warên xwe
Koçberên li Çiyayê Şingalê vedigerin ser cih û warên xwe
Nîşan Şingal
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Piştî koçberî û penaberiyê bi şeş salan hejmareke xelkê Şingalê vegeriya bo ser cih û warên xwe. Koçberên ser Çiyayê Şingalê dê vegerin ser gund û warên xwe, di mehekê de 1400 malbat ji kampa Serdeştê derketine. Hikûmet hî milyonek û 500 hezar dînaran dide malbatên vedigerin.

Di heyama mehejê de hezar û 400 koçberên Şingalê ji Kampa Serdeştê vegeriyan bo cih û warên xwe.

Kinê Bedel yek ji wan kesan e ku vegeriya gundê xwe Şorkayê, lê ew bi xemgînê temaşeyê xaniyê xwe yê wêran bûye dike û dibêje: “Bi rastî milyonek û nîv gelek kêm e, ew pere nake heqê hesin. Xaniyên me hilweşiyane, pezê me nemane, zilamên çûne û tiştek nemaye. Zilamên min miriye.

Welatiyê bi navê Şukrî Cemîl jî piştî vegeryaye Şingalê xaniyek ji nû ve avakiriye û bi gotina wî 25 milyon dînarên Iraqî li wî xaniyê xerc kiriye û di sala 2104an de çekdarên DAIŞê 65 milyon dînarên Iraqê ziyan gihandine xanî û kelûpelên di nav mala wî de.

Şukrî Cemîl got: “Milyonek û nîv ê hikûmet bide ji me re nabe çareserî ji ber ku xaniyên me çûn, otomobîlên çûn û pez ji me re nema. Tiştek nemaye em dê bi milyonek û nîv çi çareser bikin.”

Piştî Wezareta Koç ş Koçberan a Iraqê biyar da her malbetek vegere dê milyonek û nîv dînarên Iraqê bidin, di heyama mehekê de hezar û 400 malbat ji Kampa Serdeştê vegeriyan bo ser mal û cihên xwe.

Cîgirê Parêzgarê Mûsilê Elî Emr Gebo jî got: “Ew biryara Wezareta Koç ş Koçberan a Iraqê ya dana milyonek û nîv a bo kesên vegerin ser malên xwe gelek kêm e.”

Şeş sal e bûdçeya Şingalê nehat dayîn ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kargeriya deverê vê yekê bi bandoreke mezin li ser Şingalê dibîne.

Qeymeqamê Qezaya Şingalê Ferhed Hamo jî dibêje: “Em daxwazê ji hkumeta Iraqê dikin bûdçeya salên derbas bûne bidin ji ber ku wêrankarç bi serê Şingalê de hate kirin.”

Li gor amarên berdest ji sedî 25 xelkê devere vegeryane bo ser mal û warên xwe.

Ji sedî 85 xaniyên Şingalê hatine wêrankirin û yek xanî jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatine avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst