Li Deriyê Îbrahîm Xelîl di heyama du salan de 36 hezar dosyayên qaçaxtiyê hatine tomarkirin

20-10-2020
Nasir Elî
Hatûçûna bi Deriyê Îbrahîm Xelîl re asayî bûye
Hatûçûna bi Deriyê Îbrahîm Xelîl re asayî bûye
Nîşan Deriyê Îbrahîm Xelîl
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Çûn û hatin di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, di deriyê navdewletî yê Îbrahîm Xellîl re, %100 wekî pêş belavbûna vîrusa korona asayî bûye, û di dema salan de, 36 hezar skala li ser pirsgirêkên navdewletî yê Îbrahîm Xelîl hatine tomar kirin.

Li Taqîgeha Giştî ya Deriyê Navdewletî li Îbrahîm Xelîl pişkînin li gor standartên navewletî têne kirin. Rêvebirê Giştî yê Tqîgeha Deriyê Îbrahîm Xelîl ragihand, ku hemû datayên wan bi şêweyê elektronî hatine tomarkirin û deriyê wan li pêş hemû aliyan vekiriye, yên gumanên li ser deriyê Îbrahîm Xelîl hene.

Rêvebirê Giştî yê Tqîgeha Deriyê Îbrahîm Xelîl Miwafiq Silêman diyar kir ku kê guman hebe deriyê wan jê re vekiriye û got: “Lijneya parlamentoyê, Wezareta Darayî, rayêdarên serokwezîriya Iraqê û konsulên Amerîka û Tirkiyê hemûyan serdana me kirin. Raportên hemûyan hemuyan îcanî bûne beramberê karê pişkinînan.”

Li  Taqîgeha Giştî ya Deriyê Navdewletî li Îbrahîm Xelîl amûrên herî pêşketî hatîne danan û rojane hemû data û zanyarî bi şêweyekî elektorînek digihêne Wezareta Darayî û aliyên berpirs ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Miwafiq Silêman diyar kir ku encamên wan ên pişkinînê li ser asta Iraq û navdewletî bawerî pê tê kirin.

Sê roje ji sedî sed hatin û çûn weke pêş koronayê li Deriyê Îbrahîm Xelîk asayî bûye. Her kesê ku bixwazi dikare here serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bike ew ji bi merca testa koronayê bike.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî yê Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîk di navbera sala 2019 û 2020an de zêdetirî 36 hezar pirsgirêkên gumrukî serpêçê hatine tomarkirin û li ser lêkolîn hatine kirin û birîne dadgehê.

Berdevkê Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl Kamî Kemal jî got: “Li hemû degehên navdewletî karên sextekariyê têne kirin heta niha zêdetirî 36 hezar pirsgirêkên gumrukî hatine tomarkirin. Herwiha ji 2019 heta 2020an nêzîkî 150 hezar tenên kerestên cor bi cor paşve hatine vegerandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst