Pêşmerge 3 sal berî niha di Şerê Pirdê de hevkêşeya şer guherand

20-10-2020
RÛDAW
Tanka Abrams a Amerîkî
Tanka Abrams a Amerîkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Heşda Şeibî û Hêzên Iraqê, di 16ê Cotmeha 2017ê de Kerkûk girtin, xwestin ber bi Hewlêrê ve jî bêne pêş, lê di roja 20ê Cotmeha 2017an de, hêzên Pêşmerge li Pirdê rê li pêşketina hêzên Iraqî girtin û tanka Abram a Amerîkî jî ku di destê hêzên Heşda Şeibî de bû, ji aliyê pêşmergeyan ve hat têkbirin.

Di 20ê Cotmeha 2017an de, hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li sînorê navçeya Pirdê ku di navbera Hewlêr û Kerkûkê de ye, li beramber hêzên Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqî rawestiyan û şer û berevaniyeke tund kirin û rê li pêşketina wan hêzan ber bi Hewlêrê û kûrahiya axa Herêma Kurdistanê ve girtin.

Her ji wê demê ve Pêşmerge sînorek ji Heşda Şeibî û hêzên Iraqî re danî û wan hêzan jî êrîşên xwe dan rawestandin.

Nûr Heme Elî, Berpirsê Mîhwera Pênc a Rojavayê Kerkûkê derbarê Şerê Pirdê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “ew roj rojekî dîrokî ye bo Herêma Kurdistanê, roja berevaniya li Herêma Kurdistanê û paytexta wê ye, ew pîlana ku jibo jinavbirina Herêma Kurdistanê hebû, hat betalkirin.”

Di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, hêzên Heşda Şeibî û hêzên hikûmeta Iraqê dest bi ser rûbereke berfireh a navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de girtin û bi dehan hezar welatiyên sivîl ên Kurd ên wan navçeyan, aware û derdbider bûn û ber bi navçeyên di jêr kontrola hêzên Pêşmerge de koç kirin.

Şerê Pirdê û paşê jî şerê Sihêla, hevkêşeyên şer li ser erdê guherîn û êrîşên hêzên Iraqê bo ser Herêma Kurdistanê piştî wan herdu şerên dijwar hat rawestandin.

Di şerê Pirdê de, hêzên Pêşmerge tanka herî pêşketî û bi nav û deng a Amerîkî ku di destê hêzên Iraqê de bû, teqand û têk bir.

Piştî şerekî dijwar, pira navçeya Pirdê ya Kerkûkê bû sînorê navbera hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî û hêzên Iraqê. Kompaniya çakkirina tankan amaje bi wê yekê kiriye, piştî şer, tanka şewitî û têkçûyî ya li Pirdê, li binkeya çakkirina tankan li Iraqê hatiye dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst