Başurê Kurdistanê amadekariyan bo 250.000 koçberên Rojava dike

20-10-2019
RÛDAW
Nîşan Rêber Ehmed Marta Ruedas Herêma Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Koçber Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand ku eger êrişên Tirkiyê û herwiha şer û pevçûn berdewam bikin, tê çaverêkirin ku 250 hezar ji Rojavayê Kurdistanê koçber bibin bo Başurê Kurdistanê.

Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên ser bi Netewên Yekgirtî (NY) ve, îro derbarê rewşa xelkê ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê neçar mane malên xwe bicî bihêlin, civiyan.

Piştî civînê Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed û Cîgira Nûnerê Alîkariya Mirovî yê NYê li Iraqê, Marta Ruedas, konferanseke rojnamevaniyê encam dan.

Rêber Ehmed di wê konferansa rojnamevaniyê de ragihand, “Ji bo em weke Herêma Kurdistanê alîkariya koçber û penaberan bikin me daxwaza berdewamkirina alîkariyên mirovî ji NYê kir. Jibilî vê me daxwaz ji wan kir ji bo ku alîkariyên zêdetir bişîne bila hikûmeta federal a Iraqê han bidin. Herwiha ligel rewşa niha ya li Sûriyê me ji wan re diyar kir ku pêdiviya me bi alîkariyên mirovî heye.”

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê tekez kir ku ji ber êriş, şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê ew çaverê dikin hejmareke zêde ya koçberan berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û diyar kir, “Eger rewşa niha berdewam bike, di qonaxa yekem de em çaverê dikin ji 30 heta 50 hezar koçber bên. Di qonaxên din de jî em pêşbînî dikin 250 hezar koçber berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.”

Rêber Ehmed herwiha got, “Biryarên ku bi pêşengiya birêz serokwezîrê me, Mesrûr Barzanî tên wergirtin, bo me fermanên zelal in. Di çarçova biryarên Encûmena Wezîran de em berpirsyar in ji parastin û bicihkirina koçberên ku ji ber şer berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Ferman ji sazî û dezgehên peywendîdar re jî hatine şandin. Li bajarên me derbarê vê mijarê de tîm hatine pêkanîn.”

Wezîrê Navxwe dibêje taybetî jî li Duhokê ew tîm hatine avakirin ji ber yekem cih e ku koçber xwe digihîninê û got, “Heta niha 5 hezar koçber hatine Herêma Kurdistanê. Li Berdereşê kampek hatiye avakirin. Lêbelê eger hejmara koçberan zêde bibe dibe ku kapasîteya kampên di destê me de têrî nekin. Di civîna îro de jî me daxwaz kir ku hemû alî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Rêber Ehmed amaje bi wê jî kir ku ev 5 sal e Herêma Kurdistanê mazûvaniyê li xelkê ku ji ber şer koçber bûne dike û got, “Di vê heyamê de Herêma Kurdistanê mazûvanî li 2 milyon koçberên navxwe kirine. Lê mixabin hikûmeta Bexdayê berpirsyariya dikeve berê wê bicih neaniye. Em di vê qonaxa dijwar de bang lê dikin ku ji bo koçberan alîkariya Herêma Kurdistanê bike.”

Cîgira Nûnerê Alîkariya Mirovî yê NYê li Iraqê, Marta Ruedas jî got, “Li bakurê Sûriyê rewşeke gelek xerap heye. Ev jî yekser bandorê li xelkê dike. Ji ber rûdanên li wê herêmê hejmareke zêde ya koçberan berê xwe didin Kurdistan û Iraqê. Pêdiviya van koçberan bi alîkariyê heye. Me li vir gotûbêj kir bê ka em dikarin çawa bersiva daxwazên koçberan bidin bi awayekî koordîneyî û em dikarin çawa hevkariyê li gel dezgehên Herêma Kursistanê bikin derbarê vê mijarê de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst