Kemal Kerkûkî: Ji 3 aliyan ve êrîşa Heşda Şeibî hate têkbirin
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê pêşmerge Kemal Kerkûkî ragihand, ku hêzên pêşmerge li nêzîkî bajarokê pirsê ji 3 aliyan ve êrîşa çekdarên Heşda Şeibî têk birin.
Fermandarê pêşmerge Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand: “Pêşmerge li hember êrîşa Heşda Şeibî berevaniyeke tund dike.”
Kerkûkî da xuyakirin, ku 5 Hummerên hêzên çekdar ên Iraqê hatine têkbirin. Herwiha da zanîn, ku hejmareke zêde ya leşker û tangan ji bo girtina Pirdê anîne deverê.
Li devera Pirdê ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, şer di navbera çekdarên Heşda Şeibî û hêzên pêşmerge de derket. Pêşmergeyan êrîşa çekdarên şîe têk bir û 5 hummerên wan teqandin.
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, ku hejmareke zêde ya çekdarên Heşda Şeibî bi tank û çekên giran xwestin werin bajarokê Pirdê ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de.
Bajarokê Pirdê dikeve bakurê rojavayê Kerkûkê û 55 kîlometreyan ji Hewlêrê dûr e. Pirdê ji aliyê îdarî ve bi Kerkûkê ve girêdayiye.