Cenazeyên 6 heciyên kurd heta niha jî nehatine dîtin!

 

Ormiye (Rûdaw) – Rêveberiya karûbarên Hecê ya Ormiyê ragihand, heta niha jî cenazeyên 6 heciyên Rojhilatî yên di bûyera recma şeytan de li Erebistanê jiyana xwe ji dest dabûn, nehatine dîtin.

Roja cejna Qurbana îsal, bi sedan hecî ji ber qerebalixî û germaya zêde di merasîma recma şeytan de li devera Mîna ya Mekeyê, jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hecî jî birîndar bûn.

Di nav wan de heciyan de, 24 heciyên kurd ên Mehabad û bajarên derdorê jî jiyana xwe ji dest dabûn ku heta niha cenazeyên 18an derbasî Mehabad û deverên din ên Ormiyê hatine kirin û hatine veşartin lê cenazeyên 6 heciyên din nehatine dîtin.

Rêveberê karûbarên hecê yê Ormiyê Şahîn Heqşinas ji malpera fermî ya hikûmeta Îranê re got, me ji bo nasîna cenazeyên wan heciyan, pencemor û nimûneya xwîna malbatên wan standibû lê ji ber ku ew nimûne kêm bûn divê carek din were kirin.

Heqşinas da zanîn ku dê tîmên pijîşkî bişînin Erebistanê ji ku testên DNAyê bikin û got, em hewl didin pir bilez wan cenazeyan nas bikin û veguhezin Îranê.

Navê wan heciyên ku heta niha cenazeyên wan nehatine dîtin ev in: Gulî Qadirî, Bayezîd Heyran, Hesen Xanpaye, Ebdulnasir Pîrotî, Ehmed Şahî Eqdem û Ebdullah Xadimî. Ew hecî hemû jî kurd û xelkê bajarê Mehabadê ne.

Li gorî amarên fermî, 464 heciyên îranî û Rojhilatî di bûyera Mînayê de mirin ku cenazeyên 65an heta niha nehatine dîtin. Tê gotin ku cenazeyên 29 heciyan li Erebistanê hatine veşartin.