Berpirsê TEV-DEMê: Rêkevtinên Dihok û Hewlêrê êdî bi kêr nayên

21-10-2015
RÛDAW
Nîşan ENKS TEV-DEM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî TEV-DEMê ragihand ku êdî herdu rêkeftinên Dihok û Hewlêrê yên bi ENKSê re bi kêr nayên.

 

Berpirsê Pêwendiyên Derve di Wezareta Parastina Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê de Nasir Hec Mensûr ragihand, ku Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ne di cihekî de ye ku daxwaza hevpariyê ji TEV-DEMê bike û got gerek ENKS şaştiyên xwe bibîne.

 

Nasir Hec Mensûr ku di heman demê de berpirsekî TEV-DEMê ye, li ser rûpela xwe ya Facebookê ji ENKSê daxwaz kir ku baş bifikre û bilez tevlî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bibe.

 

Nasir Hec Mensûr herwiha da xuyakirin, ku bila ENKS êdî li benda Başûrê Kurdistanê û Îtilafê nemîne.

 

Hec Mensûr herwiha got, ku rêkevtinên Dihok û Hewlêrê yên bi ENKSê re êdî bi kêr nayên.

 

Wî berpirsê TEV-DEMê herwiha got ku bila ENKS lomê ji TEV-DEMê neke û ji şaşîtiyên xwe vegere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst