Birayê Salih Mislim: PYD nûnerê % 10 tenê ye

Hewlêr (Rûdaw)- Prof. Mistefa Mislim ku birayê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim e, ragihand ku PYD hêza xwe ji çekan distîne û ew partî nûnerê tenê % 10an ji kurdên Rojava ye.

Prof. Mistefa Mislim ji ajansa AAyê re axivî û behsa sedema bihêzbûna PYDê li Rojavayê Kurdistanê kir û da zanîn ku, “PYD hêza xwe ji çekên di bin destê xwe de distîne”

Mislim ragihand: “PYD jibilî xwe te kes û aliyekî qebûl nake, bi taybetî her aliyek ku nêrîna wê ji ya PYDê cuda be, rastî astengî û girtinê tê.”

PYD nûnerê tenê % 10 ji kurdên Rojava ne

Birayê Salih Mislim di wê baweriyê de ye ku PYDê tenê % 10an ji kurdên Rojava temsîl dike. Herwiha spasiya Tirkiyê dike li ser pêşwaziya li koçberên Rojava, bi taybetî kurdên Kobanî.

Mistefa Mislim wiha got: “Eger Tirkiyê deriyê xwe venekirina kurd wê ji serma û birçîbûnê bimirina. Helwesta gel û hikûmeta Tirkiyê li hember gelê Kobanî birûmet bû, dîrok dê vê wisa binivîsîne.”

Mislim wiha domand: “PYD û Salih Mislim karîn bi awayekî zîrek medya cîhanî di berjewendiya xwe de bikar bînin.”

PKK li Rojava PYDê ava kir

Li gorî Mislim, tevî ku 15 partî û tevgerên siyasî yên kurdî li Rojavayê Kurdistanê hene, lê aliyên navdewletî tenê PYDê nas dikin. Herwiha dibêje, niha bingehek bo dewleta kurdî li Rojavayê Kurdistanê tune ye, lewma ew yek dûr e.

Birayê Salih Mislim ragihand:Bi tenê kanton bi rêveberiya herêmî tên îdarekirin. Li Rojava esil PKK ye. PYD û YPG şaxên PKK ne li wê derê. PKKê PYD ava kir û YPG jî şaxa çekdar a PYDê ye.”

Muslim diyar kir ku li herêmên kurdan ên Sûriyê bi tenê navê demokrasiyê tê bikaranîn û wiha pê da çû: “Sedema hêzdarbûna PYDê çekên di dêst de ye. Kesên mixalifê xwe binçav dikin û naxwazin kesên ku wek wan nafikirin derkevin pêşiya wan.”

Prof. Mistefa Mislim bi bîr xist ku Salih Muslim perwerdeya xwe li Tirkiyê temam kir û di wê demê de gelek caran wî alîkariya birayê xwe kir.

Muslim got ji bo ku ilm û îrfanê hîn be birayê xwe şandibû Stenbolê û wiha axivî: “Li wê derê bi hin kesên din re nasiya xwe da hev. Dema ku min ev fehm kir li Erebistana Siûdî min jê re karek dît. 10 salan li wê derê xebitî û îstifa kir vegeriya Sûriyê û dest bi karê siyasî kir.”