Çekên ji Kobaniyê re çûyîn ji Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bûn

20-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Silêmanî (Rûdaw)-  Ew alîkariya leşkerî ya ji Kobanê re bi reya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayî (DYA) hatin şandin hat ragihandin ku hêza dijî teror yên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê çûne.

Piştî alîkariya çek, keresteyên leşkerî û pêdiviyên tendirustiyê ji bo Kobaniyê hatîn şandin partiyên  li Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de agahiyên cûda parve kiribûn.

Li gorî agahiyên Rûdawê ji jêderek ewlê wergirtî çek, keresyên leşkerî û pêdiviyên tendirustiyê ji bo Kobaniyê hatin şandin li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê hêza dijî teror   berhev kirine. Hêza dijî teror ên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê çek berhevkirine û ji Kobaniyê re şandine.

Çek piştî kû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Serokomarê Tirkiyeyê qane kirî hêza dijî teror dezgeheke ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û  hêzên antî-teror ên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê çekê bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi riya Balafirgeha Hewlêrê ji Kobaniyê re şandine.

Pêvajoya çek berheckirinê û şandinê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û bi rêvebiriya Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Berpisiyarê Karên Peşmerge Şêx Cafer pêk hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst