Çaya ku li Başûrê Kurdistanê tê demkirin li Rojhilatê Kurdistanê tê vexwarin

20-09-2023
Nîşan Ça Geştyar Başûrê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê çaya ku li kafeyên li herêma ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê tê demkirin ji aliyê mişteriyên her du aliyan ve tê vexwarin.

Li Biyareya navçeya Silêmaniyeyê aveke biçûk, sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ji hev vediqetîne.

Deriyê sînor tune

Li vê herêmê deriyê sînor an jî cihê kontrolê tune û pasaport jî hewce nake.

Ji her du aliyan va mişterî tên van kafeyan û bi hev re çayê vedixwin.

Kafeyên li der û dora avê ji her du aliyan ve jî mişteriyan vedixwînin û debara esnafan li ser wan e.

Rêbwar Salih Heme Hiseynê xwediyê kafeyeke da zanîn ku ne tenê xelkê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha geştyarên biyanî jî tên vê derê.

“Geştyar heyirî dimînin”

Rêbwar Salih Heme Hiseynê wiha axivî:

"Ji her du aliyan ve mişterî tên. Welatiyê vî aliyî dibêje ew dixwaze li wî aliyî çayê vexwe.

Li vir ji bilî herkeke avê cihekî ku sînor diyar bike tune, deriyê sînor an jî îşaretek tune. Geştiyarên tên vir heyirî dimînin."

Geştiyarê bi navê Wîdad Rêzvan got ku ew li ser medyaya civakî rastî vê derê hatiye.

Rêzvan got ev der bi rastî jî pir xweş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst