Ji ber 'temaşekirinê' pev çûn: Birîndar hene

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Dîlok Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Dîlok û Xarpêtê di encama pevçûna bi çekan a navbera du koman de 4 kes birîndar bûn.

Şeva borî li parêzgeha Dîlokê ya Bakûrê Kurdistanê du grup ji ber ku wan "di bin çavan re li hev temaşe kiriye" pev çûn.

Kesê bi navê E.O. (23), bi çifteyê gule li Î.B. (47) û M.B (23) reşandin û di encamê de her du kes birîndar bûn.

Tê gotin ku rewşa yekî ji bîrîndaran giran e.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Li gorî agahiyan, rewşa tendirustiyê ya Î.B. xirab e.

E.O. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Heman şevê li Xerpêtê jî pevçûn derket

Heman şevê, li Taxa Yenî Mahale ya parêzgeha Xarpêtê ji ber sedemeke nediyar du grup pev çûn.

Di wê pevçûnê de jî çek hat bikaranîn û 2 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Derbarê bûyerê de kesek hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst