Li Colemêrgê 11 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg PKK Cemaeta Gulen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PKKê” 11 kes hatin desteserkirin û bi hinceta "Cemaeta Gulen" jî kesek hat desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku “oparasyonên wan ên li dijî PKK û Cemaeta Gulen berdewam in.”

Duh di operasyonê de bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” 11 kes, bi hînceta “endamtiya Cemaeta Gulen” jî kesek hat desteserkirin.

Kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlekariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, karûbarên destpêkê yên derbarê kesên desteserkirî de li Navenda Ewelehiyê ya Colemêrgê berdewam in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” û sedemên cuda xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst