Li Osmaniyeyê operasyon: Leşkerek hat kuştin

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Osmaniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Osmaniyeyê di operasyoneke madeyên hişbir de leşkerek hat kuştin.

Li gor zanyariyan li taxa Fakiuşagiyê ya bajarê Osmaniyeyê yê Tirkiyeyê tîmên cendermeyan li ser agahiya ku di malekê de madeyên hişbir hene operasyonek da destpêkirin.

Tîm ketin hundirê malê û ji bo dîtina madeyên hişbir dest bi lêgerînê kirin lê gumanbarekî di wê malê de bi demançeyê gule li cendermeyan reşandin.

Di bûyerê de 2 leşker bi giranî birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê.

Leşkerekî birîndar ê ku pileya wî efser e tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê mir.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê gumanberê bi nave Afil D. ji aliyê cendermeyan ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst