HESEKÊ - Di navbera artêşa Sûriyeyê û Hêzên Parastina Niştimanî de çi diqewime?

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera artêşa Sûriyeyê û milîsên Parastina Niştimanî de şer derket.

Li devera Çargoşeya Ewlehiyê ya Hikûmeta Sûriyeyê di navbera artêşa Sûriyeyê û milîsên Parastina Niştimanî de şer û pevçûn derket.

Hikûmeta Sûriyeyê fermandarê Parastina Niştimanî ya Hesekê Ebdulqadir Hemo erka wî dûr xistibû.

Piştî ku Ebdulqadir Hemo pabendî biryara hikûmeta Sûriyê nebû, hêzên hikûmeta Sûriyeyê Hemo û hejmarek çekdarên wî li taxa Mihete dorpêç kiribû û dest bi êrîşê kiribû.

Li gorî dîmenan hêzên Hikûmeta Sûriyeyê di nav de jî tank hene çekên giran bi kar tîne.

Fermandarê Parastina Niştimanî ya Hesekê Ebdulqadir Hemo ku wek Ebû Ehmed el-Huseynî jî tê naskirin di sala 1979an de jidayik bûye.

Ebdulqadir Hemo ji eşîra Şerabiyan a Ereb e û wekî kesekî nêzîkî Îranê tê naskirin.

Hemo Tebaxa 2023yan ji ber nakokiya bi eşîra Cibûr re ji kar hatibû dûrxistin.

“Piştî vî şerî xelkê ku li wê derê niştecih bû ji wê derê derket”

Silêman Şêxo ji nêzikî cihê şer behsa hurgiliyên şer û pevçûnan kir û got:

"Duh ji 12:00ê şevê ve di navbera artêşa Hikûmeta Sûriyeyê û milîsên Parastina Niştimanî de li Çargoşeya Ewlehiyê şerekî dest pê kir û heta saet 10:00ê vê sibehê berdewam kir.

Tiştê ku em dizanin piştî vî şerî xelkê ku li wê derê niştecih bû bar kir û ji wê derê derket."

Piraniya bajarê Hesekê bi bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Lê Çargoşeya Ewlehiyê ku baregehên parêzgar, dezgehên ewlehiyê û hemû saziyên kargêrî yên Hikûmeta Sûriyeyê lê ne, di bin destê hêzên Sûriyeyê û milîsên Parastina Niştimanî de ne.

Ji ber ku her du alî di şer de tank û top bi kar anîne, çend top li malên sivîlan ketine.

Çavkaniyekê ji bajarê Hesekê ji Rûdawê re got, topek li mala welatiyên bi navê Omer Şêxmûs a li taxa Salihiyeyê ketiye lê tenê ziyaneke madî çêbûye.