Îro salvegera kuştina Apê Mûsa ye: 31 sal derbas bûn

20-09-2023
RÛDAW
Mûsa Anter
Mûsa Anter
Nîşan Mûsa Anter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 31emîn salvegera kuştina Mûsa Anter e ku wekî Apê Mûsa dihat naskirin.

Apê Mûsa roja 20ê Îlona 1992yan li kolana 442yê ya taxa Seyrantepe ya Amedê hat terorkirin.

Apê Mûsa îro li wî cihê ku hatibû terorkirin û her wiha li gundê Sitilîlê yê ku lê ji dayik bûbû, merasîmên bîranînê bi rê ve çûn.

Hejmarek partiyên siyasî û kesayetên Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîman bûn û gul danîn wî cihê ku Apê Mûsa lê hatibû kuştin.

Mûsa Anter kî ye?

Mûsa Anter sala 1920an li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Ew di sala 1944an de bi Ayşe Hale Zapsuyê ya keça rewşenbîrê Kurd Evdirehîm Rehmîyê Hekarî (Zapsu) re zewicî. Rehmiyê Hekarî jî zavayê malbata Bedirxanîyan bû.

Sê zarokên Mûsa û Hale Anterê yên bi navê Anter, Rahşan û Dîcle hene.

Mûsa Anter sala 1943yan di avakirina “Dicle Talebe Yurdu” de cih girt û di salên 1960-70an de li ser rewşa Kurdan rojnameyên wekî “Dîcle'nin Kaynagi, ÎlerÎ Yurt” derxistin.

Ew herwiha yek ji damezrînerên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû.

Mûsa Anter ji ber nivîsa xwe ya bi navê Qimil hat darizandin, di her sê derbeyên leşkerî yên Tikriyeyê de, ji ber nivîs û daxuyaniyên xwe hat girtin.

Di 20ê Îlona 1992yan de li Amedê ji aliyê hêzên tarî yên wekî JÎTEMê ve hat kuştin.

Pirtûka wî ya bi navê “Bîranînên Min” ji aliyê Mihemed Izedîn ve ji bo Soranî hat wergerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst