MELETÎ - Jina ku ji erdhejê filitî wek mirî hatiye tomarkirin

20-09-2023
RÛDAW
Mexdûra erdhejê Naîme Gogebakan / Wêne: AA
Mexdûra erdhejê Naîme Gogebakan / Wêne: AA
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Naîme Gogebakana 52 salî di erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê de ji mirinê rizgar bû lê di belgeya nifûsê de navê wê wek mirî hatiye tomarkirin.

Naîme, tevî 3ê zarok û hevjînê xwe li gundê Gogebakanê yê navçeya Kuluncakê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê dijîn.

Piştî erdhejê di belgeyên fermî de ji ber ku wek mirî hatiye tomarkirin, niha nikare geştê bike, biçe nexweşxane û bankeyan jî.

Heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek hewldan dane lê bê encam mane.

“Ez nikarim biçim cem bijîşkê xwe”

Mexdûra erdhejê Naîme Gogebakanê li ser rewşa xwe got:

“Tiştek bi mala me nehat, em wê demê li gund bûn. Di dema erdhejê de ez wek mirî hatime nîşandan.

Wê demê polîsan telefonî kurê min kir û gotin dayika te miriye. Kurê min got na dayika min sax e û li axûr çêlekê didoşe.

Piştre em çûn dozgeriyê û ji wir jî çûn nifûsê û me xwest ku wê xeletiyê sererast bikin.

Ji me re gotin ku wan sererast kiriye lê em nizanin kiriye yan na, ji ber ku agahî nedane banke û nexweşxaneyê, ez niha nikarim biçim nexweşxnayê û bankeyê.

Ez nikarim biçim cem bijîşkê xwe û dermanên xwe wergirim.”

Naîmeyê anî ziman ku ji bo vê yekê wan serî li navenda cendirmeyan daye lê li wir jî li şûna çareserkirina pirsgirêkê wan dest daniye ser nasnameya wê.

Naîmeyê ji rayedaran xwest ku di demeke kurt de vê xeletiyê çareser bikin.

“Wan jê re got, tu mirî yî”

Hevjînê Naîmeyê, Erdal Gogebakan jî li ser rewşa ku hevjînê wê tê de ye got:

“Me daxwazname da serdozgeriyê û wan jî kaxezek da me û me ew bir navenda nifûsê, gotin em dê çareser bikin.

Piştî 20 rojan em dîsa çûn nifûsê û vê carê ji me re gotin me sererast kiriye lê xanima min dema çû bankayê jê re gotine tu mirî yî û karta wê jî jê standine.

Em dîsa çûn nifûsê vê carê wan em şandin Yeşîlyurta Meletiyê. Wan ji me re got tiştekî ku em bikin nîne, ev mijareke edlî ye.”

Di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest da, birîndar bûn û derboder bûn.

Heft meh di ser erdhejê re derbas bûn lê hîn jî çîrokên trajedîk derdikevin holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst