RIHA - 4 kes ji ber tundûtûjiya li hemberî bijîşkan hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 kes bi îdiaya ku wan li nexweşxaneyekê êrişî 3 bijîşkan kiriye hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înanê ya Rihayê di navbera hejmarek kesûkarên nexweşekê û çend bijîşkan de nîqaş derket.

Piştî demekê pevçûnê dest pê kir û kesûkarên nexweş êrişî 3 bijîşkan kir û li wan da.

Polîsên nexweşxaneyê ketin navberê û pevçûn bi dawî bû.

4 kesên ku êrişî bijîşkan kirî hatin destserkirin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser hesabê xwe Xê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:

"Em êrişa li hemberî bijîşkên me yên li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan bi tundî şermezar dikin û silametiyê bo wan dixwazin.

Gumanbar hatine destserkirin û derbarê wan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin. Ez  bûyerê ji nêzîk ve dişopînim.”