Mûsa Anter li cihê hatibû kuştin hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Mûsa Anter ango bi navê xwe yê tê naskirin “Apê Mûsa” li kolana hate kuştin hat bibîranîn.

D 30mîn salvegera kuştina Musa Enter de, malbata wî li gel parlementerên HDPê û rekxistinên civaka sivîl li Amedê li cihê ku hate kuştin kolana 442yan a Taxa Cumhuriyetê ya Semta Seyrantepeyê, civîneke rojnamevanî lidar xistin û ragihandin ku ew dê biçin Nisêbînê ser gora Mûsa Enter.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu amaje bi wê yekê kir dixwazin dawî li doza Mûsa Anter bînin û got, her çiqasî çinara rojnamevaniya Kurdan hatibe qetilkirin jî lê xwendekarên wî pênûsa wî li erdê nehiştine û berdewam kar dikin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dicle Muftuoglu dibêje: “Zanyar û mamosteyê rojnamevanên Kurd Musa Anter berî 30 salan wek îro li vê kolanê hat qetilkirin. Guleyên li wî hatin barandin bo ziman û heqîqeta xelkekî bûn. Xwestin bi vî awayî gelê Kurd bê ziman bihêlin û bêdeng bikin. Her çiqas çinara rojnamevaniya Kurdan hat qetilkirin lê xwendekarên wî pênûsa wî li erdê nehiştin û kar berdewam kirin. Wek Cengiz Altun, wek Gurbetteli Ersoz û wekî din.”

Îro Sêşemê 20ê Îlona 2022ê, 30 salên dosyeya kuştina Mûsa Anter ji aliyê JÎTEMê ve ku hêzek nihênî ya dewleta Tirkiyê di salên 90ê de bû, tije dibin û eger heye ji ber dembiserçûnê ew doz hilweşe.

Doza kuştina Musa Anter roja pênçşemaborî li 6mîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hatibû dîtin û lê li dadgehê ti biryarek derneketibû û rûniştina doza Musa Anter bo sibe 21ê Îlona 2022an ango rojek piştî dema qanûnî ya dozê hatibû paşxistin.

Dîcle Firatê derbarê dozê de jî got: “Sibê jî doza kuştina Apê Musa heye û dixwazin careke din wî qetil bikin û dozê bigrin. Di salên 90î de ji aliyê JITEMê ve hat kuştin û ev baş tê zanîn. Sibê encama dozê çi bibe bila bibe em wek berdewamiya Apê Musa ji bo darizandina kujeran em dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin.”