Li Amedê îhaleya firotina taxekê hat betalkirin

20-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku ti kes beşdarî îhaleya firotina Taxa Fabrîka (Dokuzçeltik) a Yenîşehîr a Amedê nebû, îhale hat betalkirin.

 

Mixtarê Taxa Fabrîkayê ya Yenîşehîr a Amedê, Ercan Erîngîn ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî re axivî û got, “Ji ber ku kes beşdarî îhaleyê nebû, îhaleya firotina taxa me hat betalkirin.”

Tê çaverêkirin biryar bi awayekî fermî di malpera şaredariya Yenîşehîrê de were îlankirin.

Suleyman Bozkir ku parêzerê beşek ji şêniyên taxê ye ji Rûdawê re got, ji ber ku biryara bi delîl nehatiye ragihandin, ev nayê wê wateyê ku îhale hatiye betalkirin.

Tê gotin ku şaredarî dikare bi hinceta di îhaleya kolektîf de neheqî heye, dibe ku îhaleyê paş bixe.

Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê bi hinceta ku rûniştvanên taxê li ser erde dewletê taxa xwe ava kirine, di mijdara 2021an de biryara hilweşandin û ji nû ve avakirina taxê dabû.

Qeyûm herwiha biryar dabû ku tax di 20ê Îlona 2022an de wate îro were firotin.

Ew tax ku zêdeyî 4 hezar şêniyên wê hene û 380 mal lê ne, berî 40 salan hatiye avakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst