Geştên asmanî yên ji Geverê ji bo Enqere kêm bûne
Gever (Rûdaw) - Hikumeta Tirkiyê sala 2015ê bi 2 milyon lîreyan li deşta Geverê Balafirxaneyek bi navê Balafirxaneya Selehedîn Eyûbî vekir, plana hikumetê ew bû ku ev balafirxaneya ku niha vala xuya dike, xizmeta xelkê devera Colemêrgê û Geşitiyarên Rojhilat û Başurê Kurdistanê û İran û İraqê bike, lê niha ji vê firokexaneyê hefteyê tenê du sefer têne kirin û tîkêt jî bo xelkê destnakevin.
Hemwelatî Necîp Capraz got Balafir kêm in, hefteyê du caran sefer hene. ji ber wê xelkê me mexdur dibe û bihayê bîletan jî gellek zêde dibe.
Xwedîyê Kompanyaya Bîletan Cebelî Geverî dibêje “Ji bo balafirxanê ji tenê bo du bajaran geşt hene, yek ji Stenbolê, yek jî ji bo Enqerê, Stenbolê rojê seferek cih tijî dibe û cih namîne, bo Enqerê jî hefteyê du sefer in û ew jî têra xelkî nake.”
Li gorî amarên îdareya Geştên Asmanî ya Tirkiyê ji balafirxaneya Selehedîn Eyyubî ya Geverê, sala 2015ê 20 hezar û 876 kesan , sala 2016ê 37 hezar û 790 kesan, sala 2017ê 154 hezar û 795 kesan 2018ê 190 hezar û 666 kesan geştên asmanî pêkanîna. lê piştî sala 2018ê sal bo sal hejmara geştan û geştiyaran daketiye.
Geştiyar Ayhan Yanik diyar kir “Ez li Antalyayê dijîm, min dixwest ez bijim Antalya lê bîlet tine, ez mecbur im bi otobûsê 37 seatan rê biçim, balafirxane heye lê em sûdê jê nabînin deverên me bêxwedî hatine hiştin.”
Sala 2019ê li gorî sala 2018ê rêjeay geştiyaran ji sedî 5 daketiye û ji balafirxaneya Selehedîn Eyubî 180 hezar 506 kesan geşt kirine. sala 2020ê rêje ji sedî 47 daketiye û hejmara geştiyaran bûye 96 hezar û 025 bûye, sala 2021ê 128 hezar û 650 geştiyaran, ji destpêka sala 2022ê heta niha jî tenê derdora 3200 kesan geşta asamnî pêk hatine.
Xwediyê Kompanyaya Bîletan Suleyman Anuk ragihand “Balafirxaneya Geverê Balfirxaneyeke mezin e û xweş e , lê seferên me kêm in. rojane bo Stenbolê yek sefer, her roj sefer heye lê cih nîne Enqerê jî hefteyê du sefer in. Bo Enqerê rojên şemî û sêşemî sefer hene û cih jî namîne, xelkê me nexweş hene, karên wan hene lê nikarin bijin, ji îranê ji Elbakê heta Şemzîna xelk tê vê balafirxaneyê loma jî cih namîne.”
Nebûna geştan bûye sedem ku bilêtên firokeyan jî giran bin, li balafirxaneya Selehedîn Eyubî bo Stenbolê rojane yek sefer, bo enqerê jî tenê hefteyê du rojan sefer hene û bihayê bilêta herî erzan jî 1000 lîreyên Tirkiyê.