Li Êlihê qeza: 12 karker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê û minîbûsa karkerên dirûtina cilûbergan li hev dan. Di bûyerê de 12 karker birîndar bûn.

Li gor zanyariyan Îro 20ê Îlona 2022ê li navçeya Qubînê ya Êlihê otomobîlekê ji paş ve li mînîbûsa  kakerên kargeheke dirûtina cilûbergan a li Devera Pîşesaziyê ya Êlihê da.

Di bûyerê de 12 karkerên di mînîbûsê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û birîndar piştî midaxaleyên destpêkê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Êlihê.

Li aliyê din hêzên ewlekariyê têkildarî bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.

Li gor amarên Encûmena Ewlekariya Kar û Tendirûstiya Karkeran (ISIG)  li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 8 mehên destpêka îsal de herî kêm hezar û 202 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane.