Li Amedê jina ku dihat gotin windaye piştî du salan derket ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin

20-09-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Bismil Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya ser bi parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê ve termê jina ku berî du salan windabûyî hat dîtin, derket holê ku ev jin ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin.

Di 9ê Mijdara 2020ê de R.D yê hevjînê vê jina bi navê Y.D ya 24 salî diçe navenda polîs û dibêje ku hevjîna wî winda bûye.

Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînê dikin û derdikeve ku ev jin bi otomobîlekê hatiye revandin. Di encama lêpirsîn û lêkolînê de piştî du salan de derket holê ku ev ji aliyê hevjînê xwe R.D ve li ser rêya di navbera Êlih- Amedê di kargeheke kevin ya derxistina qumê de hatiye kuştin û ew li wir veşartiye.

Hevjînê vê jinê tawanê kirî qebûlkiriye û cihê wê yê lê veşartî nîşanî hêzên ewlekariyê daye, lê berî du salan bo bal neçe ser wî  berî gilî kiriye ku hevjîna wî winda bûye.

Piştî derxistina termê jinikê di encama lêkolînê de derket ku ev term yê Y.D ya ji aliyê hevjînê xwe ve hatî kuştin e, ew bo pizîşkê dadê hatiye veguhestin.

R.D yê ku berê hat desteser kirin, lêpirsîna wî ya li navenda Ewlekariyê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst