Li Amedê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku di berdewamiya operasyona hêzên emnî yên wî welatî de li Amedê 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Operasyona hêzên Tikriyê li navçeya Dîcle ya Amedê ya li dijî PKKê ku bi navê Dorpêç Eren-34 hatiye lidarxistin, hêj berdewam e.
Li gor agahiyan, li bejahiya Çiyayê Gorsê li navçeya operasyonê ya li qezaya Dîcle ya Amedê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketiye.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand, di operasyonê de dron hatine bikaranîn û di şer û pevçûnan de jî 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
Têkildarî mijarê ji aliyê PKKê ve hêj ti daxuyanî nehatiye dayîn.