Hêviyên koçberên Iraqî yên nav kampan di hilbijartinên Iraqê de

20-09-2021
Helebja Sadon
Heta niha tu nîşanên bangeşeyê di nava kampan de nayên dîtin.
Heta niha tu nîşanên bangeşeyê di nava kampan de nayên dîtin.
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Koçberên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa koçberên Iraqî yên li kampan, wiha kiriye ku ji bo guherandina rewşa xwe careke din bixwazin beşdariyê di hilbijartinan de bikin. Zêdeyî mehekê ye Sebah Xemîs û hevjîna xwe karta dengdanê ya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê wergirtine. Ev duyem hilbijatrin e ku Sebah û 7 zarokên xwe di nava kampa Hesen Şam de derbas dikin.

Di hilbijartinên sala 2018an de dengê xwe dabû kurê hoza xwe, yekem daxwaza wî ji nûnerî ew bû, ku bajarê wî Mûsil were avedankirin û ew ji jiyana kampê rizgar bibin, lê ne bajarê wî hate avedankirin û ne ji kampê derket.

Sebah Xemîs, awareyê Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Ez dê dengê xwe bidim, kesê ku mifayê li min bike. Ew dizanim ku rewşa me xirabe.ew kesê min di hilbijartinên borî de dengê xwe dayî 40 kes damezrandin û alîkariya me nekir û ew dizanê em bê karin û bê mûçe ne.”

Di vê malê de, ku kêmtirîn binemayên jiyanê têde ye, Sebah ta niha navê berbijarên hilbijartinên vê carê yên perlamentoya Iraqê nizane. Lê ew her rijde li ser dana dengê xwe, belku vê carê kes in li dengê wan guhdar bikin.

Sebah Xemîs, awareyê Iraqê dibêje: “Bila me qerebû bikin. Ev yekem xale. Me vegerînin deverên me. Gundên me.avakirina malên kesên ku wêranbûyîn û alîkariya madî pêşkêşî wan kesan bike ku bê mûçe ne.”

Heta niha tu nîşanên bangeşeyê di nava kampan de nayên dîtin.

Li gor amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ji nava 7 kampên awareyên Iraqî yên li sînorê Hewlêrê, 25 hezar û 200 kesan mafê dengdanê hene û %80 ji wan kartên xwe yên dengdanê wergirtine.

Zêdeyî mehekê ye, ev malbat ligel nêzîkî 300 malbatên din bê eleketrîk li Kampa Hesen Şam dimînin. Xirabiya rewşa wan bûye handerek ji bo ku careke din herin ser sindoqên dengdanê û beşdarbin di proseya dengdanê de.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst