Egera hilweşandina doza Musa Anter heye

Amed (Rûdaw) - Di ser kuştina Apê Mûsa ango Musa Anter re 29 sal derbas bû lê hêj doza kuştina wî bi encam nebûye û kujer nehatine cezakirin. Ji ber ku heta salekî di ser vê kuştinê re 30 sal derbas dibe, ger dadgeh heta vê demê kujeran ceza neke dê doza Musa Anter bi awayeke otomatîkî bikeve. Kujer dê bê ceza bimînin.

Rojnamevanên kurd ku rojane meş û xwepêşandanan dişopînin û rûmal dikin vê carê ji bo hempîşeyê xwe, mamosteyê xwe yê rojnamevan Mûsa Anter civiyan. Îcar ne ji bo dengê xelkê bidin bihîstin berevajî wê ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin meşiyan.

Beriya 29 salan di 20ê Îlonê de li Taxa Seyrantepeya Amedê li kuçeya 442an, çinara çapemeniya kurd Mûsa Anter ji aliyê JÎTEMê ku baskê dewletê ye ve hate kuştin. Rojanamevan û siyesatmedaran îro ew bi qurnefîlan li cihê ku hatiye terorkirin bi bîr anîn.

Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz dibêje: “Îro çawa ku bi sedan kesên li ser rêya heqîqetê dimeşin û pênûsa Apê Mûsa nehiştine li erdê bikeve hebin, em jî dê weke wan li hemberî dujmin û neyarên kurd helwesteke têkoşîner nîşan bidin û têkoşîna xwe ya li hemberî wan berdewam bikin. Em soza vê yekê didin Apê Mûsa.”

Kuştina Musa Anter bi gotineke din Apê Mûsa ne kuştina yekemîn û ne jî dawî bû. Li gorî rêxistinên rojnamevanan heta niha ji 100î zêdetir rojnamevan li Tirkiyeyê hatine kuştin û piraniya wan jî rojnamevanên kurd bûne.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan jî got: “Ev sê çar sal in dadgehê ji wezaretan daxwaz kiriye ku îfadeya kesên ku derbarê kuştina Apê Mûsa de îtîraf kirine bê girtin an jî derbarê wan de bultena sor bê derxistin û ji dewletên ku lê dimînin wan bixwazin. Lê belê digel vê yekê jî wezaretên Tirkiyeyê di vî warî de tu gavan navêjin. Ev yek jî fikarên me zêde dikin.”

Eger wiha berdewam bike piştî 12 mehan ji ber ku 30 sal di ser vê kuştinê re derbas dibe doza Musa Anter bi awayeke otomatîkî dê bikeve.